Bi dehan xelkê gundê Taşlûkê yê rojhilatê bajarê Kobanê bi armanca pîrozkirina 15` Tebaxê meşeke meşaleyan li darxistin.
Meş bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star a bajarokê Şêranê bi beşdariya xelkên Taşlûkê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dar ket.
Meş ji destpêka gundê Taşlûkê bi berzkirina dirûşmên” Bijî Serok Apo” bi rê ket û li navenda gund rawestiya û veguherî mîtingê.
Di mîtingê de li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan axaftin hat kirin û 15`ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocalan û li gerîlayên azadiyê hat pîrozkirin.
Di dawiya meşê de hat tekezkirin ku dê gel têkoşîna şehîd Egîd bişopînin û ji bo azadiya xwe her dem di nav tevgerê de bin.
