Ji bo ji pirsgirêkên jeneratoran û bihabûna sotemeniyê xilas bibin, cotkarên Şahba ji bo avdanê, xwe dispêrin enerjiya rojê .
Cotkar piştrast dikin ku enerjiya rojê dê di pêşerojê de çareseriya herî guncaw be
Dorpêçkirina kantona Şehbayê ji aliyê hikûmeta Şamê ve, bandoreke neynî li ser jiyan û karê cotkaran kiriye, ji ber wê jî sektora çandiniyê ziyaneke mezin ji nebûna mazotê ji bo avdana berheman dît.
Ji ber vê yekê, cotkaran dest bi dîtina çareseriyeke bilez kirin û projeyên sazkirina enerjiya rojê yên ku jîngehê jî diparêzin, danîn.
Li ser vê mijarê cotkar Yehya Salih El-Haco yê ji gundê Til Şi’îrê, ji Rojava TV re axivî û sedemên ku hişt ew enerjiya rojê weke alternatîfa jeneratoran bikar bîne, vegot
