NAVENDÊN ELEKTRÎKÊ YÊN QAMIŞLO XEBATÊN JI BO VEGERA ELEKTRÎKÊ DIDOMÎNIN

Rojava Tv
2 Min Read

di Çileya 2024’an dewleta Tirk a dagirker êrîşî binesaziya herêmê kir û gelek cihên xizmetguzarî hedef girt û di encamê de ji xizmetê derketin.

yek ji wan jî stasyona Swêdiyê bû ku yekane çavkaniya elektrîkê ye li kantona Cizîrê bû ku di encamê de elektirîk li ser tevahî bajarên kantonê qut bû.

bi armanca nûjenkirina stasyonên kehrebeyê Navendên kehrebeyê li bajarê Qamişlo di nava kar û xebatê de ye.

bi armanca nûjenkirina stasyonên kehrebeyê û şopandina sererastkirina şebek û xetên li hemû bajar û taxan, Navendên kehrebeyê li bajarê Qamişlo di nava kar û xebatê de ye.

Di vê derbarê de hevserokê navenda elektrîkê ya bajarê Qamişlo Brahîm Yûsif ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandoreke neyînî li ser warê dabînkirina herêmê bû sedema krîza qutkirina elektrîkê.

Ibrahîm Yûsif da zanîn ku ji bo rê li ber girtina vê karesata mirovî, ew her dem di nava liv û tevgerê de ne.

Di vî derbarî de endamê beşa teknîkî ya navenda kehrebê li bajarê Qamişlo Mihemed Ebdulezîz got ku tevî zehmetiyan, lê ew niha kar li ser vegerandina stasyonên bingehîn dikin, ji bo xizmeta xelkê herêmê bikin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker di Çileya 2024’an li ser navendên xizmetguzarî û binesaziya herêmê bû sedem ku gelek navend xizmetê derkevin, ya herî girin stasyona Swêdiyê bû, ku Ew yekane çavkaniya elektrîkê ye li kantona Cizîrê bû.

Rojane 13,000 kolberên gazê li bakur û rojhilatê Sûriyê çêdikir, her wiha Hemû stasyonên avê yên li kantonê bi ceyran dabîn dikir.

Share This Article