NAVENDEKE KONFEDRALIYA RÊXISTINÊN CIVAKA DEMOKRATÎK LI REQAYÊ HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, avahiyeke taybet ji bo Navenda Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê vekir.
Di merasîmên vekirinê de şêxên eşîran, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hejmarek ji şêniyên Reqayê amade bûn.
Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre axavtin ji aliyê hevserokatiya Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk, Rêveberiya Xweser û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin kirin û vekirina navendê weke yek ji stûnên temamker ên projeya Rêveberiya Xweser hate dîtin.

Share This Article