Yek ji destkeftiyên jinên bakur û rojhilatê sûriyê di nava şoreşa rojava de , avakirina gundê Jinwar e.
Gundê Jin war yekemîn warê jinê ye ku bi destê jinên Bakur û Rojhilatê Sûryê hatiye avakirin ku xwe bixwe li wî gundî bi rê ve dibin.
Gundê jinwar dikeve başûrê bajarê dirbêsiyê , jin war bi piştgiriya Sazî û rêxistinên jinan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 25 ê Mijdara 2018 an de ,ku yek ji berhemên têkoşîn û berxweana jinan e hatiye vekirin.
Jina ji pêkhateya êzidî Delal hecî ku ev 4 salin tevî zarokên xwe li gundê jinwar dimînin dibêje ku wan li gund azadiya xwe bidest xist û nêrîna civakê ya şaş rat kir.
Ji aliyekî din ve rêvebera gundê jinwar mizgîn reşîd li ser giringî û armancên avakirina gund nirxandin Kir.
di nava gundê jinwar de 30 xaniyên ji axê û çimento hene û dibistanek asta seretayî hatiye avakirin ku mamosteyên wê jî jinên gundin.
Di heman demê de muzxaneyek biçûk hatiye avakirin û navendeke tenduristiyê û akademiyek bi navê “Jin War”di gund de heye .
