LI EYN ÎSAYÊ RÊYA HÎŞA YA SEREKE TÊ QÎRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Girê Spî dest bi qîrkirina rêya Hîşa ya navenda bajarê Eyn Îsayê bi gundewarên li rojhilat ve girê dide, kir.
Dirêjahiya rê 7 kîlometre ye û ji aliyê şêniyên zêdetirî 40 gundan ve tê bikaranîn.
Beriya xebatên qîrkirinê dest pê bikin, rê bi keviran hatibû sererastkirin.
Li gorî Yekitiya Şaredariyan a Girê Spî qîrkirina rê dê 20 rojan dewam bike û amadekarî hene ku rêya Xan-Metîna (10 km) jî were qîrkirin.

Share This Article