Koordînasyona Jinan a MSD`ê di çarçoveya stratejiya nîştimanî ya xurtkirina jinên sûrî de atolyeyek bi sernavê “Xurtkirina jinên sûrî di aliyê siyasî de” li Reqayê li dar xist.
Hevseroka MSD`ê Leyla Qereman, endamên Koordînasyona Jinana a MSD`ê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd, endamên Meclisa Jinan a Sûriyê, Kongra Star û Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tev li atolyeyê bûn.
Di atolyeyê de 2 mijarên sereke bi navnîşan “têgeha xurtkirin û xurtkirina siyasî” û “jinên sûriyî li gel şoreşê û zehmetiyan” hatin nîqaşkirin.
Hevseroka MSD`ê Leyla Qereman mijara duyemîn a atolyeyê ya bi navnîşan “jinên sûriyeyî li gel şoreşê û zehmetiyan” bi rêve bir.
Mijarên atolyeyê bi berfirehî ji aliyê beşdarên wê ve hatin gotubêjkirin û teqezî bi birêxistinkirina jinan di aliyê siyasî û dîplomasî de kirin.
Atolye bi encamnameyekê bi dawî bû ku, tê de Xurtkirina şiyanên jinên sûriyî ji bo ku rola xwe di çareseriya siyasî de bilîze hebû.
