ŞEMSA HEMO BI KARÊ DIRÛTINÊ DEBARA JIYANA XWE DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Her çendî jin zehmetiyan di nava jiyanê de dibîne, lê her car hewil dide bi keda xwe jiyana xwe bi rêve ‎bibe da ku hewcedarî tu kesî nebe.‎

Li kobanê jina bi nave Şemsa hemo ya 50’î salî, ji gunde Til xezalê ye, 30 sal in karê terziyê dike û cilên ‎jinan bi şêweyên cûr bi cûr didirû.‎

Şemsa ‎piraniya dema xwe ji dirûtina cilan re veqetandiye ji ber ku zêde ji karê xwe hez dike û tê de bûye pispor.‎

Şemsa di nava jêhatîbûna xwe ya terziyê de rastî gelek zehmetiyan het, tevî wê jî dest ji karê xwe berneda.

Şemsa bang li her jinekê dike ku, di karê ku jê hez dike de kûr bibe û tu carî gavan bi paş de navêje.

mîna Şemsa Hemo bi hezaran jin hene ku bi eşq û îradeyeke xurt ji karê xwe hezdikin û tê de kûr dibin û dibin pispor.

jin bi riya van karê xwe hem debara jiyana xew dikin hemû ji wan re dibe beşek ji jiyanê.

Share This Article