Desteya perwerde û fêrkirinê ya kantona Cizîrê, perwerdeyek ji bo xwendekarên ku dê beşdarî ezmûnên pejirandinê yên zanîngeha Rojava bibin, vekiriye.
Ev perwerde ji bo xwendekarên beşa zanistî ye û li du navendên bajarê Qamişlo tê pêşkêşkirin.
Di vê perwerdyê de nêzî 100 xwendekarên beşa zanistî tevlî bûne û tê de biranşên bîrkarî , fîzîk , kîmya û zanyarî, têne pêşkêşkirin.
Perwerdeya xwendekaran ji 8’ê Hezîrana 2024’an ve dest pê kiriye û heta bidawîbûna minhacan dê dewam bike.
