Şehîdên Komkujiya Helincê di 4’emîn salvegera şehadeta xwe de, li cihê bûyerê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Di merasîma bîranînê de mûm hatin pêxistin û tekezî li ser berdewamkirina rêya şehîdan hate kirin.
Berêvara 23’ê Hezîrana sala 2020’an, balafirên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî xedar maleke sivîlan li gundê Helincê yê başûrê bajarê Kobanê bombebaran kirin.
Di encama êrîşê de, xwediya malê ya 55 salî yadê Emîne Weysî û her du endamên koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl şehîd bûn.
Duh 4 sal di ser şehadeta her sê pêşengan re derbas bûn ku temamê jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe veqetandibûn.
Di salvegera 4’emîn a şehadeta wan de, hevrêyên wan, meclisa malbatên şehîdan û nûnerên Rêveberiya Xweser berê xwe dan cihê komkujiyê û her sê şehîd bi bîr anîn.
Hevrêyên her sê jinên pêşeng wêneyên şehîdan bi kulîlkan xemilandin û bi hilkirina mûman giyanên wan ên pak û pîroz bi bîr anîn.
Di merasîma bîranînê de dayîka şehîd Şervan, Yadê Ayşe Efendî axivî û got, dijmin vîn û hêza jinan hedef digre.
Merasîma bîranîna cangoriyan bi berzkirina dirûşmeyên şehîd namirin û jin jiyan azadî bi dawî bû.
Sibe jî 9’emîn salvegera komkujiya Kobanê ye ku di encamê de zêdetirî 250 sivîl şehîd bûn.
