Şêniyên Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya rêber Apo ya fîzîkî daketin qadan û soz bilindkirina asta têkoşînê dan .
Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê, deste, sazî û şêniyên kantonê tev li meşê bûn.
Meş ji pêşiya nexweşxaneya Firat dest pê kir û li çerxerêya Sebi Behrat veguherî mitingê .
di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin: tecrîd dermirovî û derqanûnî ye û armanc jê şikandina vîna gelên azad û projeya neteweya demokratîk e.
her wiha hate destnîşan kirin ku dê gel bi fikr û felsefeya rêbertî tê bikoşin heta ku azadiya rêber Apo ya fîzîkî bi dest bixin.
Di dawiyê de girseya gel durişmên “Bê Serok jiyan nabe qêriyan
ŞÊNIYÊN MINBICÊ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN
