Rêveberiya Xweser a kantonên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê salvegera 10’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê pîroz kir.
Her wiha diyar kir ku koçberên Efrînî di nava şert û mercên zehmet ên li Şehbayê de li ber xwe didin û li dora projeya Rêveberiya Xweser kom dibin.
