Meclisên Sivîl ên kantona Minbicê ji bo şermezarkirina buyera şehîdxistina siyasetmedar Firyal Xalid daxuyaniyek da û banga hesabpirsînê ji sûcdaran kir.
Bi dehan endamên Meclisên Sivîl li Minbicê tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku şehîd Zelal di her qadî de kedek mezin da û bi rihê jina azad têkoşiya.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku şehîd zelel ji bo azadiya gelê xwe û bi taybet azadiya jinan tekoşînek bê hempa meşand.
Di dawiya daxuyaniyê de banga hesabpirsînê ji sûcdaran hate kirin, her wiha soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.
