Ji ber dorpêça hikûmeta şamê ya li ser şehbayê zaroka bi navê sozdar hesen ya 3ê salî di kampa serdem de jiyana xwe ji dest da .
Dayîka sozdar hesen dibêje ku keça wê ji ber nebûna pêdiviyên jiyanê jiyana xwe ji dest da.
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi darê zorê xelkên efrînî koçber kirin û bi hezaran efrînî li kantona şehba bicih bûn
bi ser koçberiya wan de Hikumeta Şamê ji zêdetirî 5 salan ve dorpêç li dijî Şehbayê ferzkiriye û nahêle pêdiviyên jiyanî derbasî herêmê bibin.
di encama dorpêça hikûmeta şamê ya girankirî de li kampa serdem zarokeke 3 salî bi navê sozdar hesen jiyana xwe ji dest da.
Dayîka sozdar hesen bi dilekî şewat behsa keça xwe dike û dibije ji ber nebûna derman û sotemeniyê kaçamin jiyana xwe ji dest da.
Di heman demê de dayîka sosdar hesen got ku em ji mafên jiyanê bê par mane.
Di encama dorpêça giran a li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Helebê de, par jî zarokên bi navên Wîsam Seydo (4) û Hisên Kîbar (17) ji ber nebûna alavên germkirinê jiyana xwe ji dest dan.
