Înîsitîfa Sûriyê û Yekîtiya Bijîşkan ên bajarê Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan konferansek li darxistin.
Konferans bi dirûşma ” Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û mafên edaletê” li dar ket.
Di konferansê de, Hevserokên Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, Saziyên Sivîl, Rêxistinên Jinan, Rêxistinên Civaka Sivîl û Nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
Her wiha di Konferansê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, komploya navneteweyî û azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat nîqaşkirin.
