Tevgera Hîlala Zêrîn, îro li bajarê Qamişlo, Pêşangeheke wênexêziyê ku berxwedana jinan nîşan dide, li dar xist.
Pêşangeh di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 25’ê mijdarê û di bin dirûşmeya ‘’Şoreşa Jin bi Hunerê Dixemile’’, li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat lidarxistin.
Bi dehan endamên Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser, Kongra Star û xelkên bajêr serdana pêşangehê kirin.
Di pêşangehê de 45 tabloyên ku wesfê bedewbûn, berxwedan û hêza jin didin, hatin pêşandan.
Her wiha tabloyên şervanên jin ên ku di şoreşa 19’ê Tîrmehê de şehîd bûne, hatin nimayîşkirin.
Hêjayî gotinê ye ku dê Tevgera Hîlala Zêrîn di demên pêş de pêşengehên hunerî li ser asta kantonên Qamişlo û Hesekê li dar bixe.
