BINPÊKIRINÊN ÇETEYAN LI EFRÎNÊ ZÊDE DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Endamê Encumena Gelan a Demukratîk yê kantona Efrîn – Şehba Mihemed Neso diyar kir ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê asta dermirovî derbas kirine û heta bi Mûsimê Zeytûnên Efrîniyan didizin û Bacan li wan ferz dikin.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji 2018 an sûc û kiriyarên dermirovî û derqanûnî li dijî xelkên Efrînê û Xwezaya wê didomîne.

ji bilî sûcên kuştin , revandin , tecawiz, xwestina fidyeyan û avakirina avahiyên mîtîngeriyê , çeteyên dewleta tirk mûsimê Zeytûnên Efrîniyan ku debara jiyana wan e jî didizin.

Endamê Encumena Gel a Demuqratîk yê Efrîn-şehba Mihemed Neso diyar kir ji roj ava tv re got ku çete sûcên giran li efrînê pêk tê nin.

Di heman demê de mihemed naso got ku armanca tirkiyê ewe ku herêmê ji kurdan vala bike.

Dewleta Tirk û çeteyên wê bacên giran li darên Zeytûnan ferz dike û Zeyta Zeytûnên Efrîniyan desteser dikin û li bazarên cuda bi navê berhemên Tirkî difroşin.

Share This Article