LI QAMIŞLO ROMANA “QELEN” BI MERASÎMEKÊ HAT ÎMZEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Dîwana Wêjeyê bi hevkariya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, ji bo îmzekirina romana (Qelen) a nivîskar Ebûd Mexso ku behsa pêşeng û welatparêzê Kurd Apê Yûsif dike, merasîmek li dar xist .
Merasîm li Bexçeyê Xwendinê yê Qamişlo bi amadebûna Rojnamevan, Nivîskar, Rewşenbîr, Helbestvan, Nûnerên ji (TEV-DEM), Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û şêniyên Qamişlo hat lidarxistin .
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin dê Romana “Qelen” ji bo nifşên bê bibe belgeyek, ki bi riya wê berxwedana gelê Kurd nas bikin .
Di dawiyê de Nivîskarê pirtûkê Ebûd Mexso helbestek bi navê “Bûyera Hilêliyê” li pêşberî beşdaran xwend û pirtûk îmze kir .

Share This Article