JI BO PÊŞXISTINA ROLA CIWANAN LI MINBIC KOMXEBATEK HAT LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Modernîtiyê ya Demokratîk li bajarê Minbicê ji bo pêşxistina ciwanan di warê siyasî de, komxebatek li dar xist.
Komxebat di bin diruşmeya ” Ciwan û Siyaset ” li navenda partiyê hat li dar xistin.
Bi dehan Endamên partiyên Siyasî, çalakvanên jin û kesayetên serbixwe amade bûn.
Kesên beşdarî komxebatê bûn pirsgirêkên ciwanan û beşdariya wan a di warê siyasî de nîqaşkirin.
beşdaran gotin divê rola ciwanan di her aliyên civakê de were pêşxistin.
Komxebat bi nîqaş û girtina nerînan bi dawî bû.

Share This Article