XWENDEKARÊN HERÊMÊ DAXWAZÊN XWE LI ZANÎNGEHAN TOMAR DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan xwendekarên herêmê vê sibehê berê xwe dan zanîngeha Rojava da ku xwestekên xwe tomar bikin.

Zanîngehên bakur û rojhilatê Sûriyê roja 6’ê Îlonê deriyên tomarkirina mufadeleyê li pêşiya xwendekaran vekirin û wê proseyê heta 16’ê mehê dewam kir.

Piştî derketina pileyên beşên mufadeleyê, îro bi hezaran xwendekaran berê xwe dan navendan û daxwazên xwe tomar kirin.

Li Zanîngeha Rojava jî qerebalixiya xwendekaran hebû û xwendekar bi moral bûn.

Xwendekaran diyar kirin, pileyên ku zanîngehê derxistine gelekî bilind in û hêvî kirin ku rêveberiya zanîngehê bi wan re bibe alîkar.

Share This Article