Weqfa Al El Beyt a Reqayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ajandeyên derve li pişt bûyerên li Dêrazorê ne da ku fitneyan derxin.
Daxuyanî bi amadebûna Endamên Weqfa Al El Beyt û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl a Reqayê li Yarîgeha Beledî ya li bajarê Reqayê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Piranî eşîran bang li QSD′ê kir ku rûmeta şêx û eşîrên li Dêrazorê ji binpêkirinên dermirov biparêzin.
Piştî QSD′ê bang bersivand, kesayetên neeşîrtî derketin û xwestin ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin.
Weqfa Al El Beyt got ew destekê didin bangên eşîran ên parastina ewlehî û îstîqrara herêmê û
bang li eşîran hate kirin ku nekevin xekfa pilanên hêzên têkder.
