Derbarê kirîza avê ya li bajarê Hesekê de xelkên bajêr axivîn û diyar kirin ku ji ber qutkirina avê ew gelek zehmetiyan dibînin.
Her wiha hêvî kirin ku projeya kişandina avê ji navçeya Amûdê çareseriyek guncaw be.
Di çarçoveya kirîza avê ya li bajarê Hesekê de ku di encama qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk ve çêbûye û hemwextî germahiya zêde, xelkên Hesekê zehmetiyan dibînin.
Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve û heta niha 36 caran av ji ser zêdetirî mîlyonek û nîv mirovî hatiye qutkirin.
Derbarê mijarê de xelkên bajarê Hesekê diyar kirin ku Ava sehrîcan ne paqij e, nayê vexwarin û gelek caran ava tal ji wan re tê.
Her wiha xelkên Hesekê anîn ziman ku ew hêvî dikin ku projeya kişandina avê ji navçeya Amûdê çareseriyek be ji ber ava stasyona Elok di bin dagirkeriya çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dadgirker de ye.
Piştî ragihandina Hesekê wek devereke wêranbûyî gelek însiyatîfên mirovî û alîkariyên eşîran ji bo destekdayîna şêniyên Hesekê, dest pê kirin.
