Têkildarî Tecrîda Girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Parêzerên Herêmê ji Rojava Tv re nirxandin kirin.
Parêzeran gotin ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê û ferzkirina cezayên dispilînê, Rêber Apo ji mafê hêviyê bê par dihêle.
Ji Rêber Abdullah Ocalan û her sê Girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de 29 meh in tu agahî nayên wegirtin.
Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên astengkirin.
Tecrîda ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, her ku diçe kûrtir dibe.
Têkildarî mijarê Parêzer Mustefa Şêx Muslim destnîşan kir ku Tecrîd û Cezayên li dijî Rêber Apo li dijî tevahî gel in.
Her wiha parêzer Xufran Xelef jî anî ziman ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê û ferzkirina cezayên dispilînê, Rêber Apo ji mafê hêviyê bê par dihêle.
Tevî ku parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna hevdîtinê her hefteyê du caran serlêdanê dikin, lê daxwazên wan bêbersiv dimînin
