Ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, rêjeya ava Çemê Firatê daketiyeasteke metirsîdar .
xelkên Kobanê dibêjin, ji ber qutkirina avê û bi taybet di demsala havînê de rewşa jiyanî zehmet bûye.
Rêveberiya Avê ya Herêma Firatê jî diyar dike ku, Tirkiyê avê weke çekekê li dijî welatiyan bi kar tîne.
Ev dîmenên herî nû ya Çemê Firatê ne, ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, rêjeya avê di asteke pir metirsîdar de daketiye.
Qutkirina avê bandoreke neyînî li niştecihên Bakur û Rojhilat Sûriyê dike û dibe sedema kêmbûna demjimêrên elektrîkê û belavbûna nexweşiyên giran.
Şêniyên Kobanê ku çavkaniya ava wan ya vexwarinê Çemê Firatê ye, dibêjin ji ber qutkirina avê ew bêzar bûne.
Rêveberiya Avê ya Herêma Firatê diyar dike ku, dewleta Tirk avê weke çekekê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.
Li gorî amarên Rêveberiya Bendava Rojava, ji dema 30 mehan ve Tirkiyê rêjeya ava Çemê Firatê kêm kiriye û ew yek dibe sedema rûdana karesateke mirovî.
Tirkiyê ne bi tenê ava Firatê, lê ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve, zêdetirî 40 caran e ava Stasyona Elokê qut dike.
