NÛÇEGIHANÊ RONAHÎ TV DI SALVEGERA XWE YA 7’EMÎN DE LI GORISTANA ŞEHÎD DICLE HAT BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Xebatkarên çapemeniya azad rêheval, malbata şehîd Dilîşan û malbata şehîd Mustefa li goristana şehîd Dicla 7’emîn şihadeta nûçegihanê Ronahî TV bi bîr anîn.

Piştî deqeyek rêzgirtin Hevserokê yekîtiya raghandina azad Dilyar Cizîrî got “şehîd Mustefa wek qehremanekî bi kamîre û pènosa xwe kêliyên tekoşîna azadiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belge bike gelek fedekarî kir”.

Her wiha rêhevala şehîd Mustefa, nûçegihana Ajansa ANHA Dicle Ehmed anî ziman ku ew li ser xeta Şehîd Mustefa dimeşe.

nûçegihanê Ronahî TV Şehîdê Mustefa Mihemed di sala 2015’an de tevlî nava kar û xebata ragihandinê dibe û di sala 2016’an de derbasî operesyona rizgarkirina Minbicê dibe û dighêje asta şehadetê.

Hevalên Ş.Mustefa ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku şehîdên Ragihandinê ji wan re pêşeng û hêz bûn.

Share This Article