Doh di bin dirûşmeya “Êzidatî nasname, çand, dîrok û berxwedanî ye” Yekîtiya Êzidiyan a Efrîn û Şehba konferansa xwe ya 5’emîn lidarxist.
Têkildarî mijarê beşdarvanên konferansê ji RojavaTV re axivÎn û gotin tevî hemû rewşên herêm tê re derbas dibin îro Yekîtiya Êzidiyan a Efrîn û Şehba konferansa xwe lidarxist.
Bi dirûşma “Êzidatî nasname, çand, dîrok û berxwedanî ye” Yekîtiya Êzidiyan a Efrîn û Şehba konferansa xwe ya 5’emîn lidarxist.
Konferans bi beşdarbûna nêzî 200 delgeyan ji nûner û endamên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, Partiyên Siyasî û Saziyên Civaka Sivîl li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya Kantona Şehba lidar ket.
Konferans bi xuleyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û got, “Em bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihiştin vê rojê.
Piştre Endama Yekîtiyê Orîvan Menan perspeketîfên Rêber Apo xwedin. Li ser kar û xebatên yekîtiyê sinevzyon hate pêşandan her wiha Beşdaran rêziknameya yekîtiyê nîqaş kirin û bi giştî erê kirin.
Beşdarvanên konferansê ji RojavaTV re axivÎn û gotin tevî hemû rewşên herêm têre derbas dibe îro Yekîtiya Êzidiyan a Efrîn û Şehba konferansa xwe lidarxist û ev bi xwe serkeftin e.
Bi dengdana beşdarvanên Konferansê Silêman Cafer û Meryem Cindo ji bo hevserokatiya yekîtiyê hatin hilbijartin û 8 komîte hatin avakirin.
Endamên hilbijartî, sond xwarin ku erkên xwe bi cih bînin.
konferans jî bi encamnameyekê bi dawî bû.
