Kanala ROJAVA TV

KOMPANYA CIVAKA ÇANDINIYÊ LI HESEKÊ DEST BI WERGIRTINA BERHEMÊN COTKARN DIKE

EBDULWEHAB OMER- ENDAMÊ KOMPANYA PÊŞXISTINA CIVAKA ÇANDINIYÊ

Kompanya pêşxistina civaka çandiniyê îro li taxa Til Hecer ya kantona Hesekê depoyên wergirtina berhemên çandiniyê vekir û dest bi wergirtina berhemên cotkaran dike.

Kompanya pêşxistina civaka çandiniyê beriya vekirina navendan, dest bi çaksazkirina depoyan û taqîkirina wan kir.

Piştî ku cotkar berhemên xwe tînin depoyan, ji aliyê endamên kompanyayê ve, tê cudakirin û kalîteya wê tê destnîşankirin.

Her wiha paşê berhem tê qaban kirin û li gorî wê fatûre ji bo cotkaran tê qutkirin.

Li gorî kampanyaya pêşxistina civaka çandiniyê depoya ku hatiye vekirin, dê bikare zêdetirî 120 hezar ton berhem werbigre.

Beriya vê depoyê jî, depoya Sebah El- Xêr hate vekirin.