Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA PERWERDEYÊ LI REQAYÊ DIBISTANAN ÇAKSAZ DIKE

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê komîteyeke taybet ji bo şopandina rewşa dibistanên ku pêdiviya wan bi çaksazkirinê heye, ava kiriye.

Komîte li dibistanên bajêr û gundewaran digere û pêdiviyên ji bo dibistanan tomar dike û paşê dê tevde bêne çaksazkirin.

Li gorî amarên komîteya perwerdeyê li Reqa û gundewarên wê 399 dibistanên ji bo proseya xwendinê guncav hene.