Kanala ROJAVA TV

DESTEYA KAR Û BARÊN CIVAKÎ LI REQA SERDANA KOÇBERÊN JI LUBNANÊ HATINE KIR

Îro şandeyek ji deste û komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana koçberên ku ji Lubnanê hatibûn derxistin, kir.

Rêveberiya Xweser ji bo van koçberan, kon di kampa El-Hukûmiyê ku dikeve bakurê gundewarê Reqayê de, amade kirin.

Di serdanê de hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferûq El-Maşî bi daxuyaniyekê bang li dewletên Navneteyî kir ku alîkariya Rêveberiya Xweser bikin û wiha dewam kir: