KOMBÛNA JINÊN ZENÛBIYA: DIVÊ JIN TÊKOŞÎNA XWE LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BILINDTIR BIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kombûna jinên zenûbiya li Reqa îro bi daxuyaniyekê hedefgirtina dewleta tirk ji jinên pêşeng re şermezar kirin û bang li jinan kir ku têkoşînê bilin bikin da ku mafên xwe bi dest bixin.

Dewleta tirk ya dagirker ji demekê vê bi balefirên xwe yên bê mirov jinên pêşeg li bakur û rojhilatê sûriyê dike armanc, ya herî dawî jî şervana YPJ Rojda Egît bû.

Di vê derbarê de Kombûna jinên zenûbiya li Reqa daxuyaniyek da, bi dehan jin û endamên saziyê li Reqa tevlê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku dewleta tirk ya dagirker ji hêza jinan ditirse ji ber wê wan dike hedef.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hedefgirtina dewleta tirk ji jinan re nîşan dide ku jin di asteke mezin de li bakur û rojhilatê sûriyê têdikoşin.

Kombûna jinên zenûbiya di dawiyê de bang li jinan kir ku li dijî êrîşên dewleta tirk ya dagirker têkoşîna xwe bilindtir bikin da ku mafên xwe bi dest bixin.

Share This Article