PÊKHATEYÊN BAJARÊ MINBICÊ CEJNA NEWROZÊ PÎROZ KIRIN
Bi beşdarbûna bi sedan şêniyan agirê Newrozê ji aliyê dayîkên şehîdan ve, li bajarê Minbicê hate dadan û cejn bi coş hate pîrozkirin.
Bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” û bi beşdariya bi sedan pêkhateyên herêmê, partiyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweser, Newroz li gundê Tewq Xelîl ê li başûrê rojavayê bajêr hate pîrozkirin.
Her wiha her pêkhateyek bi cilûberên xwe yên neteweyî û folklorî beşdarî Newrozê bûn.
Paşê komên stran, şano û govendê berhemên xwe pêşkêş kirin û helbest jî hatin xwendin.
Di Newrozê de peyamên serkeftin, azadiya Rêber APO û biratiya gelan hatin berzkirin.