Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN HERÊMA CIZÎRÊ SERHILDANA 12’Ê ADARÊ BI MERASÎMEKÊ BI BÎR ANÎN

Ji bo bîranîna serhildana 12’ê Adarê, şêniyên herêma Cizîrê berê xwe dan stadyoma 12’ê Adarê û merasîmê bîranînê li dar xistin.

Kesên ku beşdarî merasîmê bûn diyar kirin ku hikûmeta Şamê dixwest şerekî di nav Kurd û Ereban de derxe, lê negihişt armanca xwe.

Di roja 12’ê Adara 2004’an de li Stadyûma 12’ê Adarê anku bi navê Stadyûma (Beledî) dihat naskirin matçek di navbera tîma Cîhad (ya bajarê Qamişlo) û tîma Fitiweyê (ya Dêrazorê) de, hebû.

Di dema lîstikê de, komên şovenîst yên ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatîn birêxistinkirin, dest bi avêtina kevir û dirûşmên li dijî Kurdan kirin. Kurd jî bersiva xwe dan û di encamê de leşkeran bi çekan êrîşî Kurdan kirin.

wê rojê bi sed hezaran Kurd ji bajarê Qamişlo heta paytexta Sûriyê Şamê rabûn serhildanê.

12’ê Adarê, bû roja ku çirûska yekê ya bihara gelan hat vêxistin û bingeha destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê bû.

Îro jî di salvegera 19’emîn ya serhildana Qamişlo yê, şêniyên herêma Cizîrê bi taybet xelkên Qamişlo berê xwe dan Stadyûma 12’ê Adarê û bi diruşma “Bi rihê serhildana 12’ê Adarê, em ê dagirkeriyê têk bibin û bi vîna gelan emê biserkevin” merasîma bîranînê li dar xistin.

Di merasîmê de, Hevserokê Encumena Cibcîkar a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîr Telet Yûnis axivî û diyar kir ku serhildana 12’ê Adarê ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bû bîngeh.

TELET YÛNIS – HEVSEROKÊ ENCUMENA CIBCÎKAR A RÊVEBERIYA XWESER A HERÊMA CIZÎRÊ

Her wiha, Hevseroka Desteya Hundirîn ya herêma Cizîrê Hemrîn Elî anî axivî û ev roj bi bîr anî.

HEMRÎN ELÎ – HEVSEROKA DESTEYA HUNDIRÎN YA HERÊMA CIZÎRÊ

Merasîmê bi lîstika matçekê navbera Tîma herêma Cizîrê ê Tîma Dêrazorê bi dawî bû ku di encam de Tîma Cizîrê bi encama 2-1 bi serket.