Kanala ROJAVA TV

SAZIYÊN RÊVEBERIYA XWESER SALVEGERA 19’AN A KOMKUJIYA 12 ADARÊ BI BÎR ANÎN

Îro li seranserî bakur û rojhilatî sûriyê saziyên rêveberiya xweser bi daxuyaniyên cuda salvegera 19 an komkujiya 12 adarê bi bîr anîn.

19 sal li ser komkujiya 12 adarê re derbas dibin.

Kudan di van 19 salan de karîbûn alaya serkeftin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Îro saziyên Rêveberiya xweser bi daxuyaniyên ji hev cuda, komkujiya 12 adarê bi bîr anîn.

Kongra Îslama Demokratîk li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya 12 adarê ya li bajarê Qamişlo bi bîar anî. Kongreyê anî ziman ku ew ê bi rihê serhildana 12 adarê îslama rast derxin holê û planên dijmin vala derxînin.

 

Rêveberiya sivîl a bajarê minbicê jî di daxuyaniya xwe de got, ji bo azadî û parastina nirxên şoreşê ew ê doza şehîdên komkujiya 12 adarê berdewam bikin.

 

Partiya yekîtiya demokratîk a bajarê Reqayê di daxuyaniya xwe de komkujiya 12 adarê bi bîr anî û diyar kir ku çiruska serhildanê ku ji Qamişlo dest pê kir îro li tevahî bakur û rojhilatê sûriyê belav bûye.

 

Her wiha Partiya Sûriya Paşerijê ya bajarê Reqayê jî bi daxuyaniyekê bang li gelê sûriyê kir ku ji bo pêkanîna sîstema ne navendî û bilindkirina ruhê biratiya gelan, yekîtiya xwe xurt bikin.

 

Bi heman armancê Encumena Kantona Girê Spî li navçeya Eyn Îsayê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku serhildana 12 adarê çiruska yekem a şoreşa 19 tîrmehê û hevgirtina gel ji bo azadî û demokrasiyê bû.

 

li aliyekî din Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma firatê jî komkujiya 12 adarê bi bîr anî û da zanîn ku Rêveberiya Xweser û projeya netewa demokratîk ji bo avakirina sûriyeke demokrat nimûne ye.