Kanala ROJAVA TV

Yekîtiya Cotkarên Reqayê bi daxuyaniyekê qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û got Tirkiyê yasayên mafên mirovan bin pê dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk avê wekî çekekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Her wiha yekîtiya Cotkaran aşkere kir ku bi qutkirina avê re, jiyana bi milyonan mirovan dikeve xeteriyê û rewşa jiyanî têk diçe.

Di beşekî din a daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi her awayî sûcên şer li dijî xelkê herêmê pêk tîne.

Di dawiyê de bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û aliyên peywendîdar hate kirin ku sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk re deynin.