Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA GEL A TAXÊN HELEBÊ: LI ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ 400 AVAHIYAN ZIRAR DÎTINE

HISÊN EHMED – ENDEZYARÊ NÎVÎSGEHA TEKNÎKÎ A ŞAREDARIYA GEL A TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ

Endazyarên Nîvîsgeha Teknîkî a Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser zirarên ku ji ber erdhejê gihaştine avahiyan, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber erdhejê 5 avahî hilweşiyane, pêwîstiya 12 avahiyan bi rakirinê heye,  400 avahiyan zirar dîtiye, her wiha zirar gihaştiye xetên kanalîzasyon û avê.

Her wiha hate diyarkirin ku zêdetirî sed kes birîndar bûne û bi hezaran jî malên xwe terk kirine ku pêwîstiya wan bi cih û sererastkirina malan heye.

Di dawiya daxuyaniyê de Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê siyaseta dorpêçê ya Hikumeta Şamê û bêdengiya navneteweyî şermezarkirin.

Û bang li aliyên têkildar hate kirin ku alavên rakirina kavilan peyda bikin, avahiyên zirar lê çêbûye rakin û alternatîfan peyda bikin