Kanala ROJAVA TV

LÊKOLÎNERA AMERÎKÎ MIGUEL BUDD SERDANA ENCUMENA NAVÇEYA GIRÊ SPÎ KIR

LÊKOLÎNERA AMERÎKÎ BEHSA REWŞA SIYASÎ Û LEŞKERÎ YA HERÊMÊ KIR

Lêkolînera Amerîkî Mîgil bod, danê sibê serdana Encumena kantona Girê Spî ya li navçeya Eyn Îsa kir û û behsa rewşa siyasî û leşkerî ya Herêmê kir.

Lêkolîner Mîgil Bod Ji aliyê hevserokê Encumena navçeyê Hemîd El-Ebid û cîgira wî Heza Mihemed ve bi amadebûna Encumena Leşkerî ya Girê spî Riyad El-Xelef ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de Lêkolera Amerîkî tekez kir ku Êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şerê Hêzên QSD ê yên li dijî DAIŞê asteng dike .

Her wiha destnîşan kir ku gelên ji bêdengiya navdewletî ya li hember binpêkirinên dewleta tirk azaran dikşînin.

Tê Payîn ku lêkolînera emrîkî hevîtinan bi gelê herêmê re pêk bîne her wiha dê serdana Kobanê û minbicê jî bike