Kanala ROJAVA TV

LI DIJÎ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ XELKÊ HERÊMÊ BI GIRSEYÎ HERIKÎN QADAN

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo şermezarkirina komploya 15’ê sibatê xelkên li herêmê herikîn qadan û tekez kirin ku heta henaseya dawiyê ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin.

Welatiyan tekez kirin ku bêyî azadiya Rêber APO ti carî çareserî û aramî pêk nayên.

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê sibatê ya li dijî Rêber APO, xelk bi girseyî herikîn qadan.

Li bajarê Qamişlo, bi dehhezaran welatî herikîne qadan, komplo şermezar kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.

Li bajarê Dirbêsiyê ye jî, welatî dirûşme û pankêrtên ku pesna xweragirî û têkoşîna Rêber APO ya li dijî hêzên komploger didin, berz kirin û tekez kirin ku heta têkşkandina planên dagirkeran ew ê têbikoşin.

Li Hesekê jî bi heman awayî, xelk daketin qadan û beşdarên meşê tekez kirin ku heta henaseya dawiyê ew ê bi felsefeya Rêber APO têbikoşin û armancên hêzên komploger vala derxînin.

Her çend e ku Rêber APO ev 24 sal in di aliyê fîzîkî de ji gel dûr e, lê felsefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalam li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye.