Kanala ROJAVA TV

XELKÊN JI QAMIŞLO BEHSA KÊLIYÊN XWE YÊN BI RÊBER ABDULLAH OCALAN RE DIKIN

Xelkên ji bajarê Qamişlo yên bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine, ji Rojava tv re behsa fikir û felsefeya rêber Apo kirin.

Her wiha tekez dikin ku Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê re çareseriyê peyda dike.

Ji roja revandina Rêber Abdullah Ocalan ve, li her çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û deverên din ên cîhanê gelê Kurd û dostên wan ji bo bidawîkirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî di nava têkoşîneke destanî û dîrokî de ne ku li hemû qadan tê raberkirin.

Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya dîrokî ya di gîrtîgeha Îmraliyê de ku ev 24 sal in dewam dike, hemû planên hêzên cîhanî yên li dijî gelê Kurd û tevahî mirovahiyê pûç kirin.

Xelkên ji Qamişlo yên bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine ji Rojava tv re behsa fikir û felsefeya rêber Apo dikin.

Xelkên ji Qamişlo tekez kirin ku Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê re çareseriyê peyda dike.

Roj bi roj bangên azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û sekna li hemberî siyasetên qirkirinê yên sîstematîk ên li dijî gelê Kurd zêde dibin. Her kes tê gihîşt ku siyaseta tecrîdê tê wateya mayîna herêmê di rewşa şer, tevlihevî û wêrankirinê de.