KONGREYA 1’EMÎN A ODAYA ENDEZYARAN A KANTONA QAMIŞLO HATE LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kongreya 1`emîn a Odaya Endezyaran a kantona Qamişlo bi dirûşma “Ber bi endezyariyeke nûjen ku rajeya civak û jîngehê dike”, li dar xist.

Kongir li hola Efrîn a li Qamişlo bi beşdarbûna Hevserokê TEV-DEMê Xerîb Hiso û 72 delegeyên Odeya Endezyaran a Qamişlo, Dêrik û Amûdê pêkhat

Endezyarên ku di kongirê amed bûn li ser beşên Endezariya Sivîl – mîmarî – mekanîka – elektrîk – paqijî – jeoteknîkî û jeolojîk dixebtin.

Kongir bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê TEV-DEMê Xerîb Hiso axivî û rewşa siyasî nirxand,

Xerîb hiso girîngiya lidarxistina kongreyê di vê dema hesas de destnîşan kir nexasim li gel lihevkirinên dijberî rêveberiya herêmê û berdewamkirina êrişên li dijî herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve.

Paşê beşdarên kongreyê rêziknameya odayê ya ji 17 medayan pêk tê nîqaş kirin.

Di dawiya kongreyê de endamên encumena Odayê hatin hilbijartin ku ji 11 kesan pêk tê.

 

Share This Article