Kanala ROJAVA TV

 DEWLETA TIRK ROJ BI ROJ ASTA AVA ÇEMÊ FIRATÊ KÊM DIKE

REŞÎD EL- HEMADA – COTKAR REŞÎD EL- HEMADA: KÊMBÛNA AVA ÇEM BANDORÊ LI MEWSIMÊ ME DIKE MAHA HAC ELÎ - HEVSEROKA SAZIYA KEHREBEYÊ YA MINBICÊ MAHA HAC ELÎ: KÊMBÛNA ASTA AVA ÇEM BANDOREKE NEYÎNÎ LI HILBERANDINA KEHREBEYÊ DIKE

Dewleta Tirk rêjeya ava çemê Firatê bi ser xaka Sûriyê de roj bi roj kêmtir dike û ev yek bandoreke neyînî li çandiniya herêmê û hilberandina kehrebeyê dike.

Têkildarî vê yekê Cotkarên ji bajarên minbicê bi gazinin.

Dewleta Tirk kêmkirina asta ava çemê Firatê ku damara sereke ya debara şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, didomîne.

Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê zerarên mezin gihaştin zeviyên çandiniyê û saetên dayîna kehrebeyê pir kêm bûne.

Cotkarê ji bajarê Minbicê yê bi navê Reşîd El- Hemada diyar kir ku kêmbûna ava çemê firatê bandoreke Neyînî li mewsimê çandiniyê dike.

hevseroka Saziya Kehrebeyê ya Minbicê Maha Hac Elî destnîşan kir ku kêmbûna asta ava çemê firatê bandoreke neyînî li hilberandina kehrebeyê dike.

Peymana di navbera Sûriye û Tirkiyê ya ku di sala 1987`an de hate îmzekirin, tê de hatiye diyarkirin ku Tirkiye di saniyekê de 500 metrekabik avê dide Sûriyê, di halê hazir de vê peymanê bi cih nayine.

Beriya niha jî Rêveberiya Xweser bang li NY`yê, hikumeta Sûriyê û Iraqê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin, ji ber zagonên navdewletî û peymanan binpê dike.