Tevgera ciwanên şoreşger ên paritiya yekîtiya demokratîk PYD’ê Bi nêzîkbûna salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li navçeya çelebiyê ya herêma firatê şahî lidar xistin.
Li navçeya çelebiyê ya herêma Firatê ji bo salvegera 44’mîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê şahî hate lidar xistin û di şahiyê de hemû endamên saziyên rêveberî û xwecihî û xelkên navçeyê amade bûn.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre li ser navê komîteya rêxistinkirinê di partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê de Ebdulrehman Şêx Xelef axivî û salvegera damezirandina partiya karkerên kurdistanê PKK’ê li hemû xelkên navçeyê pîroz kir.
Her wiha axaftin ji aliyê hevserokatiya encumena navçeya Çelebiyê Meyada Dilî jî axaftin hate kirin.
Şahî bi çepik û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.
