ODEYA BAZIRGANIYÊ YA REQAYÊ DUYEMÎN KONFERANSA XWE LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

Odeya Bazirganiyê ya Rêxistinên Civaka Sivîl li bajarê Reqayê duyemîn konferansa xwe lidarxist.

Îro Bi diruşma ” avakirina bazirganiyeke saxlem Ji bo geşepêdana aboriya civakê ” Odeya Bazirganiyê ya Reqayê ji bo hilbijartina hevserokên nû duyemîn konferansa xwe li hola Mişwar lidarxist.

Hejmarek ji bazirganên Reqayê, dezgeh û encumenên sivîl beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin rewşa siyasî û geşedanên li herêmê hate nirxandin.

Her wiha rêziknameya hundirîn hate xwendin û erêkirin.

Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl Ibrahîm El-Casim diyar kir ku  ji bo çareserkirina pirisgirêkên bazirganiyê û buhayên li bazaran ew di nava hewldanan de ne.

Share This Article