LI HELEBÊ BI NAVÊ “EFRÎN QÊRÎNA SÛRIYÊ YE” PÊŞANGEHEKE WÊNEXÊZIYÊ HATE LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin durişma Efrîn Qêrîna Sûriyê ye li kantona şehbayê, Encumena Sûriya Demokratîk bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê Pêşengeheke Wênexêzî û peykersazî li dar xist .

Di pêşangehê de 100 tablo ji aliyê 40 wênexêzên jin û mêr hatin pêşandan, piraniya tabloyan jî bi rengên Fehim, Zeytî û ekrilîk hatine xêzkirin.

tabloyên ku di pêşengehê de hatin pêşandan li ser êşa gelê efrînê, koçberî û hêviya vegera li Efrînê bûn .

Di pêşengehê de nûnerên di sazî, komîn , encumen û şaredariyên taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê , nivîskar û helbestvan ji tevahî bajarên sûriyê amade bûn

Share This Article