Sibe 5 sal di ser damezirandina encumena sivîl a Tebqayê re derbas dibin û di nava 5 salan de gelek gavên girîng hatine avêtin.
Rêveberên bajarê Tebqayê behsa geşedanên ku di nava 5 salan de rû dane dikin û dibêjin her tişt ji berê pêşketîtir û cudatir e.
Bermahî û şopên trajedîk yên ku DAIŞ’Ê li Tebqayê li dû xwe hêlan, piştî rizgarkirinê hêdî hêdî têne jinavbirin û ji nû ve bi rêbazên cuda têne sererastkirin.
Sibe 5 sal di ser damezirandina encumena sivîl a Tebqayê re derbas dibin ku weke gava destpêkê piştî rizgarkirina encumen hate damezirandin.
Di bin sîwana encumenê de û bi rêveberiya xelkê deverê, ji qada parastinê bigire heta bi qada perwerde û xizmetguzariyê jiyan tê birêxistinkirin.
Li Tebqayê gavên girîng di tevahî qadan de hatine avêtin û rêveberiya Tebqayê li gorî derfetên xwe alîkariyan pêşkêş dike.
DAIŞ’Ê Tebqa ji bo xwe weke cihekî girîng nîşan dida, ji ber ku cografya wê herêmê girîng e û mezintirîn bendavên Sûriyê li wir e, lê hêzên QSD’ê bi pêşengiya ciwanên herêmê hebûna DAIŞ’Ê di wir de jinavbirin û heta bi Baxoza Dêra Zorê pêgehên dawî yên DAIŞ’Ê rûxandin.
