7’EMÎN PÊŞANGEHA KARÊ DESTAN YA WEQFA JINA AZAD DI ROJA 2’YAN DE DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

7’emîn pêşengeha karê destan ya Weqfa jina azad di roja xwe ya 2’emîn de bi pêşkêşkirina berhemên cihêreng li kantona Reqayê dewam dike.
Pêşangeh bi beşdariya endamên weqfa jina azad a tebqa û kobanê her wiha desteya perwerdeyê ya ‎reqayê li lîstikgeha beledî ya reqayê bi rê ve diçe. ‎
‎7 jin ji endamên nivîsgehên Weqfa Jin a Tebqa, Kobanê, Qamişlo, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, ‎Desteya Perwerdeyê û dibistana Kewkeb El Tifûle û jinên ji kantona Reqayê, tev li pêşangehê bûne û ‎berhemên xwe pêşkêş dikin.
Di roja 2’yemîn de beşdar berhemên xwe yên rengîn ên karên destan pêşkêş dikin û pêşangeh rastî eleqeyeke germ tê.
Li gorî weqfa jina azad armanc ji vekirina vê pêşangehê, pêşxistina kar û hunera jinan û vejandina çanda ‎dayikan e.‎

Share This Article