2 ŞEHÎDÊN HPG’Ê LI QAMIŞLO HATIN BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Saziya Malbetên Şehîdan a Qamişlo bi merasîmeke Xiyabî 2 Şehîdên HPG’ê, Nûjiyan Egîd û Bawer Qamişlo li hola şehîdan a Qamişloyê bi bîr anîn.

Di Merasîmê xiyabî de Saziyên Civaka Sivîl, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Partiyên siyasî beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, ji aliyê Meclîsa Malbetên Şehîdan, Hêzên Leșkerî, Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Kongra Islama Demokratîk ve axaftin hatin kirin.

Axêveran sersaxî ji malbetên herdû şehîdan re xwestin û soza berdewamiya şopa wan dan.

Di dawiya merasîmê de senefizyonek li ser herdû şehîdan hatin pêşkêşkirin, nasnameyên wan xwendin û bi siloganên “şehîd namirin” radestî malbetên wan kirin.

Share This Article