⁣XELKÊN DÊRIKÊ NEWROZA XWE LI QADA Ş.ÇÎÇEK BI COŞ PÎROZ KIRIN ‎

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokrat e” bi sedan xelkên ‎Dêrikê û gundewarên wê Newroza 2025’an li qada Şehîd Çîçek a bajarê Dêrikê bi coşeke mezin ‎pîroz kirin.‎
Şahî bi deqeyek rêzgirtin li ber sirûda netewî ya ey reqîb dest pê kir, paşê peyama Rêber ‎Abdullah Ocalan a di derbarê Newrozê de hat guhdarkirin û agirê Newrozê jî ji aliyê malbatên ‎şehîdan ve hate dadan.‎
Di pîrozbahiyê de axavtin hatin kirin, newroz li tevahî gelê kurd hate pîrozkirin û hêvî hate kirin ‎ku, Newroza 2025’an bibe Newroza aştî û azadiyê.‎

Beşdarên pîrozbahiya newroka dêrikê tekez dikin ku newroza îsal bi tevlîbûna tevahî beşên ‎civak û aliyên siyasî cudabû û rengekî din li şahiyê zêde kir.‎

Di şahiyê de gelek komên stran, govend û şano berhemên xwe pêşkêş kirin û beşdarên şahiyê jî ‎her govend digerandin û nîşanên serkeftinê bilind dikirin.‎

Share This Article