Yekîtiya Ragihandina Azad îro bi şahiyekê salvegera 127’emîn a Roja rojnemegeriya Kurdî pîroz kir û xelata şehîd “Mazlûm Begok” ya kedê û spasname li ser şopandina heqîqetê pêşkêşî dezgehên ragihandinê di nav de Rojava Tv, kir.
Şahî bi beşdariya xebatkarên saziyên Raghandinê li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Di şahiyê de li ser navê Yekîtiya Ragihandina Azad, Yekîtiya Ragihandina Jin û ragihandina Rêveberiya Xweser axaftin hatin kirin.
Axêveran bal kişandin ser rola çapemeniya kurdî di derxistina dengê gel û aşkerekirina heqîqetê de.
Paşê YRA xelatên rêzgirtinê diyarî telefizyon di nav de ROJAVA TV, rojname, Ajans, Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Şîrketa Nefel a Belavkirina Medyayê kir.
Koma Serdem jî di çalakiyê de çend stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin.
Di dawiya çalakiyê de malbata şehîd Îsam Ebdullah û malbata şehîd Mezlûm Bagok, Xelatên Kedê ên Şehîd Mezlûm Bagok pêşkêşî hin dezgehên ragihandinê kirin.
