TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER BI MEŞEKÊ ÊRÎŞ Û TECRÎD ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya kantona Efrîn û Şehbayê bi xwepêşandanekê pergala qirkirinê ya li Îmraliyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Xwepêşandanê bi rakirina wêneyên Rêber APO û berzkirina dirûşmeyên Berxwedan Jiyan ji rêya gundê Elawşê dest pê kir û bi bajarokê Ehdas ve bi rê ket.

Li wir endamê tevgerê Fehmî Mihemed tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Êrişên dagirkeriya Tirk îradeya me têk nabin. Ji ber ku şehîdên me jêderên îrade û berxwedana me ne.

Xwepêşandan bi diruşmên ʹşehîd namirinʹ ûʹBê Serok Jiyan Nabeʹ bi dawî bû.

Share This Article