Şêxê eşîreya Dêdan a Kurd li Sûriyê, Şêx Ehmed Sadiq Heyder Axa, diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan a ku ji şêx û rûspiyên eşîran re şandiye, peyameke biratî û aştiyê ye û xwedî girîngiyeke mezin e.
Şêx Ehmed Sadiq hevgirtin û piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re piştrast kir.
